Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî: Newroza me ya îsal Newroza gelan e ji bo herifîna rejîma Îranê

11:22 - 13 Adar 2023

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq boneya Newrozê daxuyaniyek belav kir û daye zanîn: Newroza îsal Newroza şoreşa Jînayê li dijî rejîma Îranê ye.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Newroz hêmaya yekgirtin û berdewamiya xebata hevbeşî ya gelên Îranê ye

Gelên azadîxwaz ên Îranê

Hevnîştiman û xelkê xebatkar ên Kurdistanê!

Newroza îsal Newroza şereşa Jînayê ye. Newroza demsala nû a xebata berdewam ya gelên Îranê bo herifîna Komara Îslamî û dawîpêanîn bi desthilata siyasî ya dîktator li Îranê ye. Hatina wê Nerwoza teybet û mezin li hemûyan pîroz be.

Bi helkefta hatina cejna Newrozê û hatina sersala nû, em di destpêkê de silavên xwe pêşkêşî malbatên şehîdan û girtiyên siyasî, bi taybet yad û bîreweriya şehîdan û canbexşînerên şoreşa Jînayê dikin ku bi xwîna xwe ya geş û bi gorîkirina canê xwe yê şîrîn bûne agirê meşxelên xebata rizgariya netewên Îranê, bo jinavbirina desthilata dîktatorî ya Komara Îslamî.

Em di demekê de ber bi sala nû ve diçin ku gelên Îranê saleke tijî hemase û şanazî bi rê kirin û bi şoreşa jiyanê û serhildana berfireh a mafxwazaneya xwe, Komara Îslamî rû bi rûyê mezintirîn krîza rewatiya siyasî kirin. Berdewamiya siyaseta destêwerdan a Komara Îslamî li karûbarên navxweyî û binpêkirina serweriya welatên navçeyê û pêbendnebûna rejîmê bi yasayên navneteweyî, piştevaniya rejîma Îranê ji Rûsiyê û beşdariya wê di şerê Ukraynayê de ji vê yekê zêdetir bû û wisa kir ku ew rejîme di hevkêşeyên navdewletî de jî, zêdetir tûşê perawêzê bibe û rastî dorpêçên zêdetir bê.

Gelên azadîxwaz ên Îranê!

Serhildana nû ya gelên Îranê ku ji Kurdistanê ve çexmaqeya wê hate lêdan û dirûşm û nirxên şoreşgêrî yên wê ji Kurdistanê ve derbasî navçeyên din ên Îranê bûn û piştevaniya civaka navdewletî li pey xwe anî, encama zêdetir ji çar dehikan a siyaseta dijî gelî ya Komara Îslamî, serkuta maf û azadiyên xelkê, tepeserkirina dengên cuda, kelekbûna krîzên aborî û civakî, dîlgirtina xelkê Îranê ji bo armancên siyasî û îdolojîkên rejîmê û di heman demê de berxwedan û xebata gelên têkoşer ên Îranê li hember vê rejîma qirêj û devbernedan û teslîmnebûn û berdewambûna wan di pêxema bidestvehatina maf û azadiyên xwe ne.

Ji songeha xebat û qurbanîdana dehan saleya gelên Îranê ve, îroke refên xelkê li dijî desthilatê yekgirtî û qahîmtir ji hemû demekê ye û tevî siyaseta hertimî ya rejîmê ji afirandina fitne û dualî di navbera gelên Îranê de, hevpeywendî û hevxebatiya netewe û pêkhateyên Îranê, hin qonaxên gelek baş ber bi pêş ve birine; Serkevtin bi ser Komara Îslamî de û serxistina wê xebata mezin jî, her bi berfirehkirina vê yekîtî û hevgirtinê ve girêdayî ye.

Xelkê bi helwêst û xweragir ên Kurdistanê!

Gelên xeyrî Kurd ên li Îranê û raya giştî ya cîhanê dengê têkoşîna we ya rewa bihîst. We ku di çar dehikên borî de hertim ji Komara Îslamî re gotiye “Na” û we di heyama jiyana wê rejîmê de Kurdistan kiriye çepera xebat û azadiyê. We ku zêdetirîn xwîn daye û zêdetirîn nirx ji bo parastina alaya xebatê û mafxwaziyê daye. We ku pitir ji çar dehikan e bi tundtirîn şêwe rastî tîxeya serkut, cudahîdanîn, perawêzxistin û pêla helandina zimanî û kultûrî hatine û bi tohemtên bê bingeh mafxwazî û nasnamexwaziya we rastî êrîşê hatiye û armancên we yên bilind ên mirovî ji aliyê desthilatê ve hatiye çewtkirin û berevajî hatiye nîşandan.

ji rûyê aborî, kultûrî û civakî ve hatine çewsandin û nîştimana we milîtarîze kiriye, hizbên we yên xebatkar rastî êrîşên terorîstî hatine û hatine mûşekbarankirin. Lê tevî wan hemûyan, Kurdan dev ji xebatê bernedaye û xebata hizbên siyasî, têkoşerên bi helwêst û mafxwaziya mamosteyan û çandiniyan, xwendekaran, jinanan, kedkaran, çalakên wêjeyî û medenî, jîngehparêzan, zimanparêzan û qatên cur bi cur ên dinê yên civatgehê berdewam berfireh bûne. Di niha de jî ku Komara Îslamî di hemû rehendan de gihîştiye bombestê û derbsbûn ji vê rejîmê daxwazkariya sereke û hevbeşiya tevahiya gelên Îranê ye, Kurdistan wek hertimî rêşiken û alahilgirê wê xebata pîroz e.

Di wê qonaxa hestiyar de, Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê berxwedanî û xebata netewayetî û mafxwaziya xelkê Kurdistanê li dijî Komara Îslamî bi bilindî dinirxîne û şanaziyê jî bi vê yekê dike ku xelkê Kurdistanê tevî xebat û têkoşîna bê westan û tund li dijî rejîmê, wek keleheke qahîm li pişt hizbên xwe mane, û dengê wan li ser şeqaman bû û xwanexêtî ji hereketa rizgarîxwaziya gelê xwe dikirin. Navenda Hevkarî hevdem alxahîn e û li ser wê bawerê ye ku ew xebate dîrokiye, rewa û berheqa me demekê ser dikeve ku yekrêziya xelkê û aliyên siyasî misoger be û neyê derzkirin. Eva jî îrade û hest bi berpirsyaretiya hemûalî ji aliyê hemûyan ve dixwaze.

Xelkê berpirsiyar ên Kurdistanê!

Rêûresmên Newrozê li Kurdistanê bi dirêjahiya salên borî bi peyam, dirûşm û sembolên netewî hatine lidarxistin û ev jî nîşaneya bilindbûna hişmendî û hişyariya netewî û birêkxistinkirina civaka Kurdistanê ye. Lewam emê îsal merasîmên Newrozê di asteke berfireh de û bi yekdengî û bi nav û dirûşm û sembolên taybet ve bi rê ve bibin û emê bikin bi derfet ji bo gihandina hin wate û peyamên xwe yên netewî û nasnamexwazî.

Navenda Hevkarî bi tekezî li ser yekgirtin, yekrêzî û pêkvebûn di hemû ast û qadan de ber bi saleke nû ji hevxebatî û têkoşîna siyasî û netewî ve pêngavan diavêje û alxahîn e jî xelkê Kurdistanê dê bi avêtina axabanûyan li ser milê xwe, danîna hewrî bi serê xwe, û bi destgirtina gulên sor tabloyek ciwantir ji berê bi îradeyek netewî ve xwe nîşan bidin. Em alxahîn in ku malbatên serbilind ên şehîdan bi hilkirina agirê Newrozê di rêûresmên Newroziyên îsal ên Kurdistanê de, meşxela xebatê bo azadiyê digirine destê xwe û tevahiya xelkê Kurdistanê bi yekgirî li dijî siyasetên dujminkarane ên rejîmê derdikevin û îsbat dikin wek neteweyek xebatkar bo bidestxistina maf û azadiyên xwe berdewam û rijdtir in.

Newroz li we hemûyan pîroz be.

Silav li şehîdên rêya azadiyê

Silav li îradeya girtiyên siyasî

Silav li hevxebatî û yekgirtina gelên Îranê

Serkeve xebata rizgarîxwazaneya gelê Kurd

Serkeve xebata gelên Îranê bo herifîna Komara Îslamî

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

Newroza 1402an a Rojî