Bi hilkefta koça dawî ya hevjîna rêberê nemir Şehîd “Dr. Qasimlo”, rêzdar “Nesrîn Qasimlo”, Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê ji aliyê Sekreterê vê Partiyê “Nesredîn Îbrahîm” û mekteba siyasî ve peyameke sersaxiyê ji bo Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê hate şandin.
Deqa peyamê wiha ye:
Hevalên xemgîn, nûçeya koça dawî ya hevjîna şehîdê nemir “Dr. Ebdulrehman Qasimlo”, “Hêlên (Nesrîn) Qasimlo, gihîşte me, ya ku li ba me û gelê me bû, cihê xemgîniyê ye.
Lewma em bi navê Mekteba Siyayî û Sekreterê me “Nesredîn Îbrahîm” yê Partiya me, Partriya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî), silav û sersaxiyên xwe bo we û malbata wê dişînin û tevlî xemgîniya we dibin.
Dilovaniya Yezdan pişka wê be, cihê wê biheşta nemiran be.
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
Mekteba Siyasî
Qamişlo
11ê Adara 2023an