Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Niyuzlendê kombûneke nerizayetiyê li dijî rejîma Îranê bi rê ve çû

11:51 - 13 Adar 2023

Kurdistanî û Îraniyên rûniştî yên welatê Niyuzlendê, bi armanca şermezarkirina êrîşên kîmiyayî yên rejîmê bo ser dibistan û xwendingehên keçan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li dijî rejîma Îranê kombûneke nerizayetiyê lidar xistin.

Roja Yekşemî 21ê Reşemeya 1401an a Rojî, Kurdistanî û Îraniyên rûniştî yên welatê Niyuzlendê li bajarê “Oklend”a vî welatî, bi beşdariya Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li dijî rejîma Îslamiya Îranê kombûneke nerizayetiyê lidar xistin û êrîşa kîmiyayî bo ser keçên dersxwan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê şermezar kirin.

Di vê kombûnê de “Silêman Şukrî”, Peyama Komîteya Hizba Demokrat li welatê Niyuzlendê li derheq şermezarkirina êrîşa kîmiyayî bo ser dibistan û xwendingehên keçan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, pêşkêş kir.

Piştre beşdarbûyan bo piştîvanîkirin ji keçên jehrîbûyî, bi dirûşma merg û neman û herwisa bi girêdana maskên dije jehrî, xwenîşandan berdewam kirin.