Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xalid Ezîzî: Menşûra “Corc Tawn” digel xwendina me bo paşeroja Îranê nayê

16:02 - 13 Adar 2023

Berdevkê PDKÎ di hevpeyvînekê digel “Kurd Channel”ê, behsa dîtingeh û siyasetên Hizba Demokrat li pêwendî digel şoreşa Jîna, pirsa alternatîv, paşeroja Îrana piştî Komara Îslamî û pêgeha siyasî ya Kurdistanê û menşûra “Corc Tawn” kir.

Êvareya Yekşemî 21ê Reşemeya 1401an a Rojî, rêzdar “Xalid Ezîzî”, Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di hevpeyvînekê digel “Kurd Channel”ê de, derheq menşûra “Corc Tawn” ragihand: “Menşûra “Corc Tawn” digel xwendina me bo paşeroja Îranê nayê. Xwendina me bo paşerojê eva ye ku Îran welateke zêdenetewî ye û divê mafê netewên Îranê tê de bê danê”.

Rêzdar Xalid Ezîzî li ser paşeroja Îranê ragihand: “Em digel du nizaman nînin, çimkî ew hatine ezmûnkirin; Yek nîzama Seltenetî ye û ya din nizama sitemkariya olî ya Komara Îslamî ye. Me digel sîstema komarîxwazî yan nizama komarî ti dijaytiyek nîne û xwedê Hizba Demokrat jî digel kongereya Netewên Fedrala Demokratîk, alîgirê fedralîzmê ye”.

Navbirî li ser siyasetên Hibza Demokrat tekezî kiriye û gotiye: “Em ji mafên netewayetiya xwe paşekêşeyê nakin û Hizba Demokrat di piraktîk de bo xelkê Kurd li Kurdistanê xebatê dike”.

Berdevkê Hizba Demokrat bi çûna nav hevpeymaniyan behsa vê yekê kir: “Em digel komek sîlîbirtî naçine nav hevpeymaniyan. Herwisa me digel Mucahidîn û çendîn aliyên dinê civîn hebûye, lê hêşta em neçûne di nav ti hevpeymaniyekê de”.