Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna nerizayetiya malnişînkiriyên îdareya Mixabiratê li Kurdistan û Îranê

16:19 - 13 Adar 2023

Îro roja Duşemî 22ê Reşemeya 1401an a Rojî, malnişînkiriyên îdareya Mixabiratê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.

Li bajarên Erdebîl, Dêzfol, Kirmaşan Kohgîlûye û Bûyirehmed, Elborz, Tehran, Xurasana Rezewî, Yezd û çendîn bajarên dinê bi sedema pêranegihîştin bi daxwazkarî û arîşeyên wan kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Ev dibêjin, em ji mafê dabînkirina civakî û pêdiviyên aborî, dermanî û pizîşkî û herwisa ji mafê ewlehiya civakî bêpar in. Herwisa ew daxwaza birêveçûna biryarnameya karpêdan a Mixabiratê ya pesendkiriya sala 1389an a wan derheq miaşê mehane ya malnişînkiriyê dikin.

Di wan salane de girûpên zêde ji malnişînkiriyên Îran û Kurdistanê derheq pêranegihîştin bi arîşeyên wan û cîbicînekirina daxwazkariyên wan û nedana miaşê wan kombûnên cur bi cur li dijî berpirsên rejîmê bi rê ve birine.