Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna semînerek bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Jinan

10:24 - 14 Adar 2023

Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê, bi boneya 77emîn salvegera damezrandina wê yekîtiyê semînerek bi rê ve bir.

Piştî nîvroya roja Duşemî 22ê Reşemeya 1401an a Rojî, Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê semînarek bi boneya 77emîn salvegera damezrandina wê yekîtiyê pêk anî. Di wê semînarê de Sekretera Yekîtiya Jinan, “Şine Dorûdger” xelata Mîna Xanimê pêşkêşê jinên şoreşger ên şoreşa jinayê kir.

Piştî xwendina sirûda netewayetî ya “Ey Reqîb” û ragirtina xulek bê dengî ji bo canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê, “Rûnak Fethî”, Endama Rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, çend gotinek li ser şoreşa Jînayê pêşkêşê amadebûyan kir.

Navbirî tevî bilindnirxandina yad û bîra her sê sekreterên berê yên Yekîtiya Jinan, rêzdar Mîna Qazî, şehîdan Suheyla Qadirî û Nesrîn Hedad, got: “Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê, li ser bingeha damezrandina Komara Kurdistanê kar û çalakiyên xwe ber bi pêş ve dibe”.

Rûnak Fethî di berdewamiya axavtinên xwe de got: Şoreşa Jînayê bi beşdariya jinên zîrek ên Îran û Kurdistanê kariye sînorên Îranê derbas bike û daxwaz û mafên jinan li Îranê bigihînine welatên Ewropa û cîhanê.

Navbirî behsa vê yekê jî kir, ku hindek alî bi pîlanan xwestin Şoreşa Jînayê bixapînin, lê jinên çalak û wêrek ên gelên Îranê di navxwe de rê nedan ku ew şoreşe bê xapandin.

Di beşeke din a semînarê de, “Mojgan Elîpûr”, Cihgira Sekretera Yekîtiya Jinan, peyama wê rêkxirawê pêşkêşê beşdarbûyan kir û ragihand, ku ji dema damezrandina rêkxirawê ve, tevî arîşe û astengî, jinan ji xebat û çalakiyên xwe berdewam bûne.

Di dawiya semînarê de, Şine Dirûdger, Sekretera Yekîtiya Jinan tevî pêşkêşkirina çend gotinek, xelata salane ya Yekîtiya Jinan bi navê “Xelata Mîna Xanim”ê pêşkêşê jinên şoreşgêr, zîrek û jixwederbasbûyî yên şoreşa Jînayê kir.