Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêxistina PSK-bakur li Almaniyayê bi boneya Newroza diyasporayê bangewaziyek belav kir

11:14 - 14 Adar 2023

Rêxistina Partiya Sosyalîst a Kurdistan-Bakur di panghêjiyekê de  bi boneya Newroza diyasporayê pişgiriya banghêjiya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê kir û daxwaz kiriye ku hemû bi hev re di Newroza diyasporayê de beşdariyê bikin.

Deqa banghêjiyê wiha ye:

Xwîşk û birayên hêja û nîştimanperwer

Wek tê zanîn ev nêzî şeş mehan e ku li Rojhilatê welatê me li hember rejîma kevneperest a Îranê serdildan û berxwedanek bê hempa tê meşandin. Berxwedan û serhildan hê jî berdewam in.

Erkeke niştimanperwerî û Kurdistanî li ser milê me ye ku, em xwîşk û birayên xwe tenê nehêlin.

Carek din em dibêjin werin em refên welatparêziyê bişidînin.

Navenda Hevkarî ya Partiyen Rojhilatê Kurdistanê di roja 18ê Adara 2023an de li bajarê Kolnê di bin dûrişma Jin jîyan Azadî de cejna Newrozê û meşekê pêk tînin. Çalakî di demjmêr 1ê nîvro de dest pê dike.

Em bang li hemû Kurdên dîyasporayê, komel, sazî û dezgahên Kurdistanî û dostên Kurdan dikin ku, piştgiriyê bidine vê çalakiyê, birayên xwe bi tenê nehêlin û alaya Kurdistanê li hember dagirkeran bilind bikin.

Werin em bi hev ra li çalakiya Hevkariya Partî û Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê xwedî derkevin û cejna netewî ya Newrozê pîroz bikin.

Em bangî endam û alîgirên PSK yên eyaleta bakurê Rayn-Wêstfaliyayê dikin ku bi ala Kurdistanê beşdariya vê çalakiyê bibin.

Jin jiyan Azadî

Newroz pîroz be

PSK-Rêxistina Almanya