Navenda “Zanistperwerî bo Jiyan”ê di rêûresmekê de lewheya rêzgirtinê pêşkêşê fêrxwazên serkevtî yên xula fêrkariya zimanê Kurdî kirin.
Roja Yekşemî 21ê Reşemeya 1401an a Rojî, “Navenda Zanistperwerî bo Jiyan” li bajarê Şinoyê, rêûresmek bo rêzgirtin ji 105 fêrxwazên serkevtî yên xulên fêrkarî di vê navendê de lidar xist. Di vê rêûresmê de Berpirsê “Navenda Zanistperwerî bo Jiyan”,“Umer Mihemedî” li derheq çalakiyên vê navendê û pirsa girîng a ziman, ji beşdarbûyan re axivî.
Di beşeke din a rêûresmê de, bawernameya fêrxwazên gundê “Emîrabad”ê bi mamostayetiya “Rêzan Bayezîdî”, ji aliyê çend kesayetiyên xweşnav ên bajarê “Şino”yê ve hatine pêşkêşkirin.
Piştre fêrxwazên gundê “Pûşaw”ê sirûdek pêşkêşê beşdsarbûyan kirin û paşê bawernameya wan bi mamostayetiya “Selam Rebîiyan”, ji aliyê çend kesayetiyên dinê ve hatine pêşkêşkirin.
Di rêûresmê de bawernameya fêrxwazên dinê ji aliyê mamosteyên zimanê Kurdî ve hatine pêşkêşkirin û çend gotar û helbestek jî hatine xwendin.