Tevî rewşa ewlehî li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, di dehan bajaran de gelên azadêxwaz li bersiva banghêjiya berdewamkirina serhildanê, li rojên “Duşemî, Sêşemî û Çarşemî”yê rijyane ser şeqaman û li dijî rejîma Îranê dirûşm dan.
Şeva Duşemî 22ê Reşemeya 1401an a Rojî, li Rojhilatê Kurdistanê û li bajarên wek “Sine, Kamêran û Mihabad”ê, xelkên azadîxwaz bi hilkirina agir li ser şeqamên sereke yên wan bajaran, ew der daxistin û bi dirûşmên wek “jin jiyan azadî, merg û neman bo Xamineyî” li hember hêzên serkutker ên rejîmê derkevtin.
Herwisa xelkê serhildêr ên bajarê Sinê, bi hilkirina agir û danîna keviran, rêya Sine bo Kirmaşanê daxistin; li bajarê Mihabadê jî ciwanên serhildêr bi fişfişeyan esmanê bajarê Mihabadê ronahî kirin.
Herwisa şeva Duşemî 22ê Reşemeya 1401an a Rojî, xelkê azadîxwaz li taxa “Setarxan” a bajarê Tehranê, bi dirûşma “îsal sala dawiya desthilta Xamineyî ye” rijyane ser şeqaman.
Ji aliyeke dinê ve li taxa “Ikbatan” a bajarê Tehranê, xelkê azadîxwaz bi dirûşmên wek “ hejarî, gendelî, bihatî, diçin ber bi herîfîna rejîmê ve, em amade ne û serhildan berdewam e” li hember hêzên serkutker ên rejîma Îranê derkevtin.
Di bajarê “Meşhed”ê de jî, xelkê azadîxwaz bi dirûşmên “merg û neman bo Xamineyî, serhildan berdewam e” li hember hêzên rejîma dîktator û serkutker derkevtine nav qadan.
Di bjarên Kerec, Qezwîn û Gewherdeşta Kerec, Sawe, Xurasan û çendîn bajarên dinê de jî, xelkê azadîxwaz û biwêr, rijyane ser şeqaman û dirûşmên wek “merg û neman bo dîktator” û “jin jiyan azadî” dan.
Herwisa di bajarê Yezdê de jî xelkê azadîxwaz û biwêr, êrîş kirine ser binkeya besîc a vî bajarî û ew binkeya rejîmê şewitandin.