Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya PDKÎ li Danmarkê, li rêresma koça dawiya Mela Mistefa Barzanî beşdarî kir

16:19 - 14 Adar 2023

Heyeteke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ya komîteya Danmarkê li 44emîn salvegera koça dawiya “Mela Mistefa Barzanî” li welatê Danmarkê, beşdarî kir.

Roja Şemî 20ê Reşemeya 1401an a Rojî, li ser gazîkirina fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistan ya lêjneya navçeya Danmarkê, heyeteke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya berpirsê komîteya PDKÎ ya “Şîlend”ê “Hetem Cehangîrî”, di vê rêûresmê de beşdarî kir.

Ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve pêşwaziyek germ ji heyeta Hizba Demokrat hate kirin.

Di vê rêûresmê de part û rêkxirawên Kurdistanî ji her çar aliyên Kurdistanê ve beşdarî kiribûn û nûnerê her part û aliyekê, li ser kesayetiya nemir “Mela Mistefa Barzanî” axavtin kirin; Di vê rûresmê de “Silêman Keleşî” bi nûneratiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê derheq rola Barzaniyan û beşdarîkirina wan di Komara Kurdistanê de axivî û piştre rola “Mela Mistefa Barzanî” di Komara Kurdistanê de bi bilndî nirxand.