Resûl Kerîmî, serhildêrê girtî yê şoreşa Jînayê li bajarê Îlamê, ji ber nexuyabûna çarenivîsa wî li girtîgehê dest avêt bi xwekujiyê.
Pêka rapora Ajansa Nûçegihaniya “Hengaw”ê, roja Duşemî 22ê Reşemeya 1401an a Rojî, “Resûl Kerîmî”, yê serhildêrê şoreşa Jînayê li bajarê Îlamê, bi sedema nerohnbûna çarenivîsa wî û bi nîşaneya nerizayetiyê bi xwarina heban dest avêt bi xwekujiyê.
Hengaw dibêje, ew serhildêrê girtî li girtîgeha rejîmê ya li bajarê Îlamê, bi sedema nerohbûna qedera wî li girtîgehê û dijberîkirina saziyên rejîmê derheq azadbûna wî ya demkî ji girtîgehê, dest avêtiye bi xwekujiyê. Hatiye zanîn ku taya 3 ya lêpirsîna rejîmê li Îlamê bi serokayetiya bi nav dadwer “Şehram Xulamhusênî”, digel berdana wî ya demkî dijayetî kiriye.
Resûl Kerîmî hefteya duyem ya Befranbara 1401an a Rojî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû revandin û paşê ji bo girtîgeha navendî ya rejîmê li bajarê Îlamê hatibû veguhastin.
Hengawê daye zanîn, navbirî di girtîgehên rejîmê de bi şêwazekî gelek tund hatibû îşkencekirin.