Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi weşana daxuyaniyekê bersiva çewtekariyên Wezareta Îtilaata rejîma Îranê da.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Xelkê azadîxwaz ên Îranê
Civata nîştimanperwer û xebatkar a Kurdistanê!
Nûçegihaniya fermî ya Komara Îslamî ya bi navê “Îrna”yê, şeva Duşemî li ser Sêşemî, 22 li ser 23ê Reşemeyê, daxuyaniyeke Wezareta Îtilaata rejîmê belav kiriye. Di vê daxuyaniyê û şeş xalan de îdiaya eşkerekirin û binçavkirina endamên çendîn tîm li Tehran û bajarên din ên Îran û Kurdistanê û destbiserdegirtina komek kelûpelên leşkerî û madeyên teqandinê û çek û çol û narincekên destî kiriye. Herwisa îdia kiriye ku Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tîmek bo karê têkderî! Di êvareya çareşemesûriyê de şandiye navxweyê welat, ku endamên wê tîmê hatine girtin û dest bi ser kelûpelê wan de hatiye girtin.
Eva ku pêwendî bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve heye, bo kesê veşartî nîne ku Komara Îslamî ya Îranê û dezgehên wê yên serkutê û biecîna rejîmê û bi taybet Wezareta Îtilaat û Îtilaata Spaha Pasdaran di heyama 44 salên borî de, bi berdewamî direw û bixtan li xebatkarên Kurd kirine û nemaze li dijî Hizba Demokrat pîlan bi rê ve birine. Lewma îdiaya wan ya wê carê jî bilî çewtekarî û birêvebirina pîlanên zêdetir, ti tiştek din nîne.
Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat rû li bîrûraya giştî ya xelkê Îran û Kurdistanê, dewlet û rêkxirawên parêzer ji mafê mirov radigehîne, eva ku di daxuyaniya Wezareta Îtilaatê de li derheq Hizba Demokrat hatiye, bi tevahî nerast e û Hizba Demokrat ji ti cihekê ve kes û tîm ev jî, ji bo wê mebestê neşandiye. Lê rejîma Komara Îslamî ya Îranê û demûdezgehên wê yên serkutkar ku li şoreşa Jînayê di hember îradeya şoreşgêrane ya xelkê Kurdistanê de tûşê bê hêvîtiyê bûne, li devedevê Çarşemesûrî û hilkeftên Newrozê, mijûlê şerfiroşî û birêvebirina pîlanan e, û ew direw û çewtekariyên wê jî her bo wê mebestê ne.
Di dawiyê de em daxwazê ji komelên xelkê Kurdistanê û nemaze keç û xortên xwîngerm dikin ku bi hişyarî û yekgirtinê ve li dijî pîlanên rejîmê derkevin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Teşkîlat
23ê Reşemeya 1401an a Rojî