Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdem digel rêûresma Çarşemîsûrî li Kurdistanê, li dijî rejîmê xwenîşandan bi rê ve çûn

11:21 - 15 Adar 2023

Êvara roja Çarşemî 23ê Reşemeyê, di piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê de rêûresma Çarşemesûrî bi rê ve çû û hevdem xelkê li dijî desthilata rejîma Îranê nerizayetiya xwe nîşan dan.

Hevdem digel birêveçûna rêûresma Çarşemîsûrî, xelkê Kurdistanê bi dirûşmên “jin jiyan azadî, Qasimlo rêbaza te berdewam e, şehîd namirin û bimre dîktator” nerizayetiya xwe nîşan dan; Di wan xwenîşandanan de hêzên rejîmê tevî mifahvergirtin ji zor û bikaranîna tundûtîjiyê, rasterast teqe li welatiyan kirin û di hin bajaran de jî gaza bîberê bikar anîn.

Xelkê li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li bajarên wek “Bokan, Mihabad, Pîranşar, Şino, Bane, Seqiz, Dîwandere, Merîwan, Ciwanro, Kirind, Serpila Zehaw, Urmiye, Kirmaşan û çend bajarên din, xwenîşandan lidar xistin û di navbera xwenîşanderan û hêzên serkutker ên rejîmê de şer û pevçûn çêbû.

Di wan xwenîşandanan de hêzên rejîmê li bajarên “Bokan, Seqiz û Sine”yê, teqeya resterast li xelkê kirin. Li taxa “Kerîmava” û şeqama “Ferhengiyan” a bajarê Seqizê, zêdetir ji 8 kes li nêzî parka “Kûdek” a bajarê Sinê jî zêdetir ji 6 kes di encama teqeya rasterast a hêzên serkutker ên rejîmê, hatine birîndarkirin.

Di wan xwenîşandanan de hêzên rejîmê li kolana “Ferhengiyan” a şeqama Newroz a bajarê Seqizê teqe li ajotvanekî motorsîkletê kirin û şahidhalan behsa vê yekê kirine ku tevî birîndarbûna wî welatiyî, hêzên rejîmê ew kutan e û bi lêdan û kutanê bi xwe re birine.

Herwisa di şeqama Menbe`i a bajarê Mihabadê de welatiyek ê bi navê “Saman” ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin.