Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihyedîn Îbrahîmî girtiyê siyasî bo odeya takekesî hate veguhastin û metirsiya îdamê li ser e

16:23 - 15 Adar 2023

Roja Çarşemî 24ê Reşemeya 1401an, “Mihyedîn Îbrahîmî” girtiyê siyasî yê ku îdam bi ser de hatiye sepandin û yê xelkê bajarê Şinoyê ji benda girtiyên siyasî û olî ya girtîgeha rejîmê li bajarê Urmiyê, bo odeya takekesî hate veguhastin.

Rêxkirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di raporekê de belav kiriye, “bi egera vê ku cezayê îdamkirina wî girtiyê siyasî teîd bûye, metirsiya bidarvekirina wî girtiyê heye”.

Ew girtiyê siyasî roja Sêşemî 16ê Rêbendanê jî, bo odeya takekesî hatibû veguhastin, û piştî çend rojan vegerandine nav benda girtiyên siyasî.

Ew girtiyê siyasî 12ê Xezelwera 1396an a Rojî, di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên rejîma Îranê de hatibû birîndarkirin û piştre hatibû girtin.

Roja 29ê Gelawêja 1397an a Rojî, dadgehîkirina Mihyedîn Îbrahîmî li taya du ya dadgeha Înqilaba rejîmê li bajarê Urmiyê, bi serokatiya binav dadwer “Şêxlû”, bêyî ku destpêragihîştin bi parêzer hebe, hate lidarxistin û di 1ê Rezbera heman salê de, biryara darvekirina wî hate dayîn. Navbirî tohmetên wek “hevkarîkirin û endametî di yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona rejîma Îranê de” bi ser de hatibûne sepandin.