Li gor malpera “El Erebiye”, di êrîşa sibêdeha roja Înê ya Îsraîlê li ser derdorê Demişqê, barhilgireke çîpên elektronîkî bûye bi armanc.
Hatiye zanîn ku Îsraîl bi tundî ji qaçaxa wan çîpên elektronîkî nigeran e.
Ev çîpên elektronîkî ji bo konterola mûşekan ji bo Sûriyê têne şandin.
Piştî êrîşa Îsraîlê, Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA”yê ragehand, ku êrîşa mûşekî ya Îsraîlê bo ser hin binkeyan li başûrê rojavayê Demişqê, 2 leşker birîndar bûne û ziyanên madî jî hebûne.
Piştî çend demjimêran ji vê êrîşê, Spaha Pasdaran a terorîst ji kuştina “Mîlad Heyderî”, yek ji fermandên xwe li êrîşa Îsraîlê bo ser derdora Demişqê ragihand.
Çavdêriya Mafê Mirovî li Sûriyê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku êrîşa mûşekî ya Îsraîlê bo ser navend û binkeyên leşkerî yên çekdarên girêdayî rejîma Îranê bûye.