Kesên derfetçî û li dijî jîngeha Kurdistanê li devera Pîranşarê, darên deverê birîne û xwezaya deverê têk dane.
Pêka rapor û nûçeyên ku bo Odeya Nûçeyan a Navenda Ragihandina Hizba Demokrat hatine şandin, kesên derfetçî û li dijî jîngehê li gundê “Gûlek”ê yê girêdayê bajarê Pîranşarê, bi birîna daran û firotina wan, jîngeha deverê têk dane.
Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ragihandiye: “Mixabin heyemek e ku nîştimanfiroş û dijminên sirûşta Kurdistanê, dest avêtine bi birîna darên daristanan û jinavbirina jîngeha Kurdistanê.
Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Tevî vê ku me çendîn caran pêwendî bi “Îdareya Çavkaniyên Sirûştî” re girtiye, lê ti bersivek bi me re nedaye.
Her salê bi 100an hiktar ji daristanên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê û derfetçî û kesên girêdayî bi vê rejîmê ve tê jinavbirin.