Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistan û Îranê 4 welatiyan bi sebeba rabûna lehiyê canê xwe ji dest dan

11:58 - 14 Nîsan 2023

Şîpela baranbarîna bigur piraniya navçên Rojhilatê Kurdistan û Îranê girtiye û bi sebeba rabûna lehyê çendîn welatiyan canê xwe ji dest dan.

Roja Pêncşmî rêkevta 24`ê Xakelêweyê, Cihgîrê Emeliyata Saziya Hevya Sor a Îranê ji nûçegihaniyeke hikûmetê re ragihandibû ku bi sebeba rabûna lehiyê li bajarên weke Bokan, Mêhran û Elemûtê 3 welatiyan canê xwe ji dest dane.

“Morteza Muradîpûr” Cihgîrê Emeliyatên Heyva Sor a Îranê bi îşarekirin bi rewşa keş û hewayê bas ji vê yekê jî kiribû ku, barîna baranê li parêzgehên weke, Urmiye, Kirmaşan, Îlam, Loristan û hin cihên din gelek gurtir bûye.

Ji êvara Sêşemê ve pêleke barîna baranê piraniya navçeyên Rojhilatê Kurdistanê girtiye û Saziya keş û hewayê jî bi texmînkirina rewşa han ragihand ku barîna baranê heta paş nîvroya roja Înê dê berdewam be.

Her di vê derbarê de, jinek temen 50 salî ya xelkê bajarê Îlamî bi sedema rabûna lehiya roja Çarşemî ket nava çem û roja Pêncşemiyê termê wê hate dîtin û welatiyekî xelkê Bokanê yê bi navê “Mensûr Rehmanî” jî ji ber birûskê canê xwe ji dest da.

Ji aliyê din ve, li bajarên weke Urmiye, Myandav, Gîlan, Birûcird, Elîguderz, Xurem Ava, Merîwan, Qesra Şîrîn, Mehabad û Bokanê barîna barana gur, li Şabad a Kirmaşanê, rabûna lehiyê ziyaneke mezin gihan zeviyên xelkê.

Herwisa li gêdûka Cewlereşana Mehabadê, sînorê Kêle û bilindahiyên Merendê berf bariye û bûye sedema pirsgirêkên hatinûçûnê û ji ber barîna zêde ya berfê gêdûka Tete ya Merîwanê jî hat daxistin..