Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bersivnedan bi daxwazkariyên Perestaran ew ji kar dilsar kirine

12:01 - 14 Nîsan 2023

Dilsarbûna Perestaran li karê xwe di Îranê de bi sedema bersivnedan bi daxwaziyên wan û nedana heqdestê wan di sala derbasbûyî de ye.

Çalakvanekî sênfî yê Tenduristiyê di hevpeyvîn digel nûçgihaniya “Îlna” ya girêday rejîma Îranê ragihandiye ku, bersivnedana navendên pêwendîdar bi daxwazkariyên Perestaran û nedana heqdestê wan di heyama sala derbasbûyî, bûye sedema dilsarbûna wan ji karê xwe.

Herwisa navbirî ragihandiye di çend rojên derbasbûyî li çendîn bajarên Îranê yên weke “ Erak, Babol, Meşhed û Qeziwîn” perestaran bi sedema bersivnedana berpirsên pêwendîdar kombûnên nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza mafê xwe kirin.

Kêmbûna heqdestê perestaran û dijwarbûna karên wan û herwisa guhnedan bi daxwazkariyên wan bûye sedem ku tevî dilsarbûn ji kar rêjeyek zêde ji perestaran ber bi welatên Ewropî koç bikin, pêka amaran di sala derbasbûyê de aliyê kêm 2 Hezar û 500 perestar ji Îranê koç kirine.

 Bilî Perestaran ku di rewşek nebaş de ne texên din yên weke “Mamoste, Kedkar, Malnişînkirî û …hwd” li sala derbasbûyê heta niha çendîn kombûnên nerizayetiyê lidar xistine û daxwaza mafê xwe û baştirkirina rewşa jiyana xwe kirine.