Malbatên du şehîdên rêya azadiyê li Îlam û Mehabadê serdana gorên van şehîdan kirin û digel rêbaza şehîdan peyman nû kirin.
Roja Pêncşemî 24ê Xakelêwyê, malbatên du şehîdên rêya azadiyê yên bi navên Muhsen Qeyser yê xelkê bajarê Îlamê û Şoreş Nîknam yê xelkê bajarê Mehabadê, li ser gorên wan şehîdan kom bûn.
Malbatên du şehîdên rêya azadiyê û hejmarek ji xelkê azadîxwaz ên Mehabad û Îlamê li ser gorên şehîdan kom bûn, û tevî rêzgirtin û vebîranîna fîkaniriyên hemû şehîdên rêya azadî û wekheviyê, digel rêbaza pîroz a şehîdan peyman nû kirin.