Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encûmena Sênfî ya mamosteyan daxwaza azadkirina Omîd Şamihemedî dike

16:55 - 14 Nîsan 2023

Encûmena Sênfî ya Mamosteyên Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyekê, cîbicîkirina cezayê çalakvanê sênfî ya Mamosteyên Dîwanderê û veguhastina wî bo girtîgeha bajarê “Bîcar”ê şermizar kir.

Di daxuyaniya Encûmena Sênfî ya Mamosteyên Kurdistanê ku roja Pêncşemî 24ê Xakelêweyê belav bûye hatiye: “ lez kirin ji cîbicîkirina cezayê Omîd Şamihemedî ji aliyê Navendên Îtilaatî û Dadwerî yên rejîma Îranê ve, ev jî di nava sala xwandinê de nîşanek din ji bêçareyî û kêrnehatîbûna karbidestên rejîmê bitaybet berpirsên Perwerde û Hînkariya Rejîmê li parêzgeha Sinê ye.”

Di vê daxuyaniyê de hatiye: “Biriyara Dezgeha Dadwerî ya rejîmê ew jî di rewşek wiha hestiyar de û bê haydarbûn ji vê ku siyasetên gef xwarin û tirisandin ti bandorek nemaye bo Omîd Şamihemedî û malbata wî û hemû hevkarên wî.”

Herwisa di vê daxuyaniyê de bas ji vê yekê jî hatiye kirin ku Encûmena Sênfî ya Mamosteyên Kurdistanê hevdenge digel hemû mamosteyên Îranê û li ser vê baweriyên e ku tawanbarkirina dengê nerizayetiya mamosteyan, destpêka wêranbûna zanist, çand, siyaset û aboriya paşeroja Îranê ye.

Encûmena Sênfî ya Mamosteyên Kurdistanê tevî şermizarkirina wê cezayê Dezgeha Dad ya rejîma Îranê û biriyarên îdareya Perwerde û Hînkarî ya rejîma Îranê li bajarê Dîwanderê û Parêzgeha Sinê, daxwaza azadkirina bê meric a mamoste Omîd Şamihemedî û mamosteyên din yên binçavkirî kiriye.