Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwişka yek ji şehîdên serhildanê ji bo dadgehê hate gazîkirin

10:49 - 15 Nîsan 2023

Rada Fatihî ku xwişka “Ramîn Fatîhî” yê şehîdê serhildana Jînayê ye, ji aliyê Dadgeha Keyferî ya rejîmê li Sinê hate gazîkirin.

Li gorî rapora “Çaw News”ê, belgeya li ser Rada Fatihî di 6ê Xakelêweyê de hatiye birîn, lê roja 24ê Xakelêweyê bi navbirî re gihîştiye, ku divê navbirî roja Şemî 26ê Xakelêweyê, bi tohmeta “têkdana asayiş û aramiya giştî” li taya 101 a Dadgeha Keyferî ya rejîmê di Sinê de amade be.

Roja Pêncşemî 21ê Rezbera 1401an a Rojî,  Rada Fatihî tevî herdu birayên xwe Ramîn û Wuriya Fatihî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û ew ji bo îdareya Îtilaata rejîmê li Sinê hatibûne veguhastin.

Ramîn Fatihî di 29ê Rezbera 1401an de, di bin îşkenceya hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest da û hêzên ewlehî yên rejîmê sedema mirina wî vegerandin bo “xwekujiyê” û bi dizî ve termê wî li goristana “Mihemedî” ya Sinê bi axê spartin.

Rada Fatihî û Wuriya Fatihî jî, piştî 21 rojan lêpirsînê bi danîna barimteya 2 milyar Tumanî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên lêpirsînê hatibûne berdan.