Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jinek ducanî li Urmiyê bi sedema şaşiyeke pizîşkî canê xwe ji dest da

11:06 - 15 Nîsan 2023

Li li nexweşxaneya “Azerbaycan” a bajarê Urmiyê, jineke ducan a Kurd piştî vê ku zaroka wê hate dinê, bi sedema lêdana derziyek şaş ji aliyê pizîşkan ve canê xwe ji dest da.

Roja Înê 25ê Xakelêwa 1402an a Rojî, jineke temen 32 sal ya bi navê “Zîwer Erebî” xelka gundê “Mafî Kend” yê girêdayî bajarê “Selmas”ê û keça “Emîr”, çend xulek piştî bi diniyahatina zaroka wê li nexweşxaneya “Azerbaycan” a bajarê Urmiyê, bi sedema şaşiyek pizîşkî canê xwe ji dest da.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di vê derheqê de nivîsiye: “Zîwer Erebî ducanî bûye û roja Pêncşemî 24ê Xakelêweyê, ji bo niştergeriyê bo nexweşxaneya Azerbaycanê ya Urmiyê tê veguhstin û roja Înê 25ê Xakelêweyê zaroka wê bi tenduristiyek baş tê dinê, lê piştî çend xulekan ew bi sedema lêdana derziyek şaş ji aliyê peresdarek vê nexweşxaneyê ve canê xwe ji dest dide”.

Hatiye ragihandin ku “Zîwer” dayîka du zarokan e.