Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîma Îranê gef ji Îsraîl û Cihûyên vî welatî dixwin

14:21 - 15 Nîsan 2023

Cihgirê Siyasî yê Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, gef ji Cihûyên Îsraîlê yên di nav Îranê de xwariye û gotiye: “Îran ji bo wan cihek parastî nîne û divê ji vî welatî biçine derê”.

Roja Înê, 25ê Xakelêweya 1402an a Rojî, “Yedulla Cewanî” Cihgirê Siyasî yê Spaha Pasdaran, hevdem digel rêpêvîna hikûmetî ya roja “Qudis” li Îranê, gefa jinavbirina Îsraîlê xwar û got: “Îsraîl êdî nikare hebûna xwe berdewam bike û jiyan li vî welatî ber bi dawiyê ve diçe”.

Hevdem Îbrahîm Reîsî, di rêpêvîna hikûmetî ya roja “Qudis” de got: “Asayîkirina pêwendiyên me digel welatên deverê bi ti awayekî ewlehî û asayîşa Îsraîlê nabarêze”.

Ji aliyek dinê ve “Husên Selamî” Fermandê Spaha Pasdaran a rejîmê li “Îsfehan”ê îdiaya vê yekê kir ku hemû welatên deverê dijî Îsraîlê hevpeyman in û Îsraîl nikare vê hevpeymaniyê têk bide.”

Her di vê derheqê de “Mihemedbaqir Qalîbaf” Serokê Mecilsa rejîma Îranê li derheq rêkevtina Îsraîlê digel hin ji welatên Erebî ku bi “Peymana Îbrahîm” hatiye naskirin got: “Îsraîl hemû hewla xwe dide ku Îranê weke welatkî pirsgirêkafirîner li cîhana Îslamê de bide nasandin”.

Rejîma Îranê givaşek zêde xistiye ser xelkê Îranê û rênade ku rêûresmên xwe yên olî bi rê ve bibin û bi xelkê re ragihandibû ku divê bi zorê li rêûresma hikûmetî ya “Qudis” de beşdariyê bikin.