Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlên ji bo peydakirina termê du kolberên Kurd yên xeniqî, hê jî berdewam e

14:23 - 15 Nîsan 2023

Hewlên ji bo peydakirina du kolberên Kurd yên xelkê bajarê Seqizê ku midehek berî niha di nav bendava “Kêlê” ya bajarê Banê de hatibûne xendiqandin, berdewam in û hê jî nehatine peydakirin.

Navê wan du kolberê Kurd ên xelkê Seqizê bi Efşîn Felahî yê 22 sal û Mehdî Rehmetî yê 23 salî hatiye ragihandin.

Hatiye zanîn ku hin tîm li bajarê Seqizê û bajarên din ên Kurdistanê û çalakvanên medî ji bo peydakirina wan du kolberan çûne bendava Kêlê ya Banê.

Piştî derbasbûna heşt rojan bi ser xendiqîna wan du kolberên Kurd de, heta niha jî peydakirina wan bê encam maye.

Ev du kolebrên Kurd roja Pêncşemî 17ê Xakelêweyê, di dema kolberiyê de kevtine nav bendava Kêlê ya bajarê Banê û hatine xeniqandin.