Binkeya “Kolkezêrîne” ku heyama 14 salan e li warê pêşîgirtin ji tûşbûn bi madên hişber li bajarê Pîranşarê û deverên derdora vî bajarî de çalakiyan dike, ji aliyê xelkê vî bajarî ve rêz ji wan çalakiyan hate girtin.
Roja Înê 25ê Xakelêweya 1402an a Rojî, li bajarê Pîranşehrê bi beşdariya xelkê vî bajarî û gundên derdorê û mêvanên din ên bajarên parêzgeha Urmiyê, di rêûresmekê de rêz ji birêveberên binkeya “Kolkezêrîne”yê hate girtin ku heyama 14 salan e li warê pêşîgirtin ji tûşbûn bi madên hişber, bi berdewamî mijûlê çalakiyan bûne.
Endamên wê binkeyê ku hemû bi awayê xwebexşane û bê beranber kar û çalakiyan dikin, heta niha bi danîna 10an pêşangeh, birêvebirina şanoyên ser şeqam, semînar, pêşkêşkirna gotar û…hwd, xelk û bi taybet dersxwanên bajarê Pîranşehrê û gundên girêdayî vî bajarî, ji metirsiyên tûşbûn bi madên hişber agehdar kirine.