Hunermendê binav û deng ê xelkê bajarê Mihabadê û kesayetiyek Kurdperwer “Osman Îbrahîmî”, koça dawiyê kir û hejmarek zêde ji xelkê bajarê Mihabadê di tazî û bi axspartina wî hunermendê Kurd de beşdarî kirin.
Hunermendê Kurd Hecî “Osman Îbrahîmî” ê kurê xwedêjêrazî “Hecî Mihemed Îbrahîmî”, xelkê bajarê Mihabadê ku xwediyê çendîn berhemên hunerî ye, roja Înê 25ê Xakelêweyê, bi sedema celteya dil koça dawiyê kir û termê navbirî ji bajarê Urmiyê bo bajarê Mihabadê hate veguhastin û xelkeke gelek zêde li rêûresma bi axsparetin û taziya wî de beşdarî kirin.
Navbirî hunermendekî Kurdperwer û hezkirî yê xelkê bûye û herwisa xwediyê çendîn berhemên hunerî ye.
Termê navbirî bi beşdariya hejmareke zêde ji xelkê bajarê Mihabadê li goristana vî bajarî bi axê hate spartin.
Navenda Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî vê ku derheq koça dawiya “Osman Îbrahîmî” daxdar bû, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û civatgeha hunerî ya Rojhilatê Kurdistanê û xwe şerîkê xema wan dizane.