Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destpêka heftiyê û êrîşa kîmyayî a kesên ser bi rejîmê bo ser dibistanan

10:23 - 16 Nîsan 2023

Kesên girêdayî rejîma Îslamî ya Îranê di destpêka hefteyê de êrîşê ser 9 dibistanên bajar û herêmên Îranê kirine.

Roja Şemî 26ê Xakelêweya 1402an a Rojî, 9 dibistanên keçan ên bajarên wek Sine, Serpêla Zehaw, Urmiye, Mihabad, Takistan, Îze û bajarê Qudsê rastî êrîşa kîmyayî ya kesên ser bi rejîmê hatin.

Li Mihabadê li ser dibistana keçan a “Şafi`î” êrîşên kîmyayî hatine kirin û zêdetirî 60 dersxwan jehrî bûn û rewşa 20 ji wan nebaş hate ragihandin û 2 ji wan ji bo nexweşxaneya Urmiyê hatine veguhastin.

Li gorî agahiyan, rewşa beşeke berçav a dersxwanan ne baş e û tevî hebûna pizîşk, peresdar û kadrên dermanî yên beşa hawarhatinê, hêzên serkutkar ên rejîmê jî li dibistanên wan bajaran dimînin da ku pêşiya nîşandana nerizayetî û kerba xelkê bigirin.

Jehrîkirina dersxwanên keç di 9ê Sermaweza sala borî de li bajarê Qumê hate destpêkirin û hê jî berdewam e û heta niha zêdetirî 13 hezar dersxwan jehrî bûne û ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.