Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 15 miliyon Dolar ji bo peydakirina zanyariyan derheq tora malî ya Spaha diyarî kiriye

11:10 - 16 Nîsan 2023

Wezareta Derve ya Amerîkayê li derheq peydakirina zanyariyên tora malî ya Spaha Pasdaran 15 miliyon Dolar weke diyarî daniye.

Roja Şemî 26ê Xakelêweyê, Ofîsa “Xelat bo Dadperweriyê” ya girêdayî Wezareta Derve ya Amerîkayê, li ser rûpela xwe ya Twîterê nivîsand: “Spaha Pasdaran bi berdewamî di halê dabînkirina malî ya terorîsmê de ye û bi mifahwergirtin ji rêyên malî yên neyasayî, ewlehiya deverê û cîhanê xistiye metirsiyê”.

Herwisa Wezareta Derve ya Amerîkayê di vê Twîtê de “Spaha Pasdaran û Spaha Qudis” wekî piştevanê sereke yê çalakiyên terorîstî li hemû cîhanê daye nasandin.

Ofîsa “Xelat bo Dadperweriyê” di beşek dinê de ragihandiye, ku Spaha Pasdaran bo dabînkirina xercê çalakiyên xwe ji rêyên cuda yên weke avakirina kompaniyên fêk, navend û girûpên çekdar yên girêdayî xwe mifa werdigire, û bi wan karan dest avêtiye bi binpêkirina dorpêçên Amerîkayê û civaka navnetewî.

Hêjayê gotinê ye ku Wezareta Derve ya Amerîkayê li Buhara sala 1398an a Rojî, tevahiya Spaha Pasdaran weke saziyek terorîstî nasandiye.