Beşeke beçav ji xelkê Seqizê duh şev li goristana Ayçî di dema bi axspartina du kolberên xelkê vî bajarî, dirûşmên li dijî rejîma Îranê dan.
Şeva Şemî 26ê Xalelêweyê, xelkê Seqizê di dema bi axspartina termên “Efşîn Felahî û Mehdî Rehîmî” de ku piştî zêdetirî hefteyekê termên wan di bendava Kêleya Baneyê de hatine dîtin, li dijî rejîma Îranê dirûşm dan.
Wan bi dana dirûşmên wek “neman bo dîktator, şehîd namirin, dayê tu megirî bo xortê xwe, merc be emê hildin toleya wan” nerizayetiya xwe nîşan dan.
Zaniyarî behsa vê yekê dikin ku Îtilaata rejîmê givaş xistibû li ser malbatên wan du kolberan ku şevê termên wan bi axê bispêrin, herwisa Pizîka Dad a rejîmê li bajarê Banê heta direngahiya şevê termê wan du kolberan radestî malabata wan nekiribû.
Termê wan du kolberana piştî zêdetir ji heftiyekê xeniqîn, ji aliyê tîmeke hawarhatin, xelk û çalakvanên medenî ve di bendava Kêleya Banê de hatine peydakirin.