Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Werzişvanekî Kurd li bajarê Qurwê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin

11:15 - 16 Nîsan 2023

Mêhdî Êrfanî, Werzişvan û Çalakvanê Medenî û xelkê bajarê “Qurwê” ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin.

Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê di raporekê de daye zanîn, ku ew werzişvanê Kurd roja Şemî 26ê Xakelêweya 1402an a Rojî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin.

Hengawê ragihandiye, hêzên rejîma Îranê êrîşê ser mala navbirî kirine û bi lêdan û kutanê ew welatiyê Kurd bo cihek nexuya bi xwe re birine.

Herwisa hatiye ragihandin ku hêzên rejîmê piştî vekolîna mala wî dest bi ser kelûpelên kesî yên weke “pirtûk, mobayil û kompiyûter”a wî de girtine.