Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa ziyanberkevtiyên bajarê Xoyê hê jî gelek xirab e

13:36 - 16 Nîsan 2023

Piştî derbsabûna zêdetir ji du mehan bi ser erdheja bajarê Xoyê re, welatî hê jî di rewşek gelek xirab de jiyana xwe dimeşînin û ji nebûna îmkanatan gileyî û gaznine dikin.

Erdheja 5.9 rîxterî ya Rêbendana 1401an a Rojî, ku bajarê Xoyê hejand û xisarek zêde li welatiyên vî bajarî xist, niha jî gelek malbat di bin xîvetan de dijîn.

Welatiyên bajarê Xoyê dane zanîn, ku “di destpêka hatina erdhejê de, hin berpirsên pêwendîdar ên rejîmê soz dan ku destpêka sala 1402an dest bi çêkirina avahiyan û qerebûkirina ziyan û xisarên berketiyên erdhejê bikin, lê ji wê demê şûn ve heta niha bo carekê jî serdan nekirine”.

Ew dibêjin, “rewşa hin ji welatiyan pir neqenc e û ew di nava baranên bi gurr de li bin xîvetan dimînin”.

Roja Înê hin dîmenên bajarê Xoyê di nav torên civakî de hatine belavkirin, ku barana bi gurr ew rastî astengiyan anîbûn.

Rejîma Îranê bi cihê ku qerebûya xelkê ziyandîtî yên bajarê Xoyê bike, bi navê alîkariya mirovî bi balafiran çek û teqemenî ji bo Sûriyê vediguhazîne.