Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsgirêka giranbûn û nebûna dermanan di Îranê de

13:38 - 16 Nîsan 2023

Kêmbûn û giranbûna dermanan di Îranê de bilî afirandina pirsgirêkan ji bo jiyana xelkê, civata pizîşkan jî nîgeran kiriye.

Cihgirê Serok Encûmena Dermansazên Îranê “Elî Fatimî”, di hevpeyvînekê digel Nûçegihaniya “Îsna” ya girêdayî rejîma Îranê behsa kêmbûna bê mînak a dermanan di Îranê de kiriye.

Navbirî îşare bi vê yekê kiriye ku bi sedema kêmbûna nexdî û geşenedan bi navendên berhemanînê, di niha de dermanên ku heyama 60 salane di Îranê de tên berhemanîn, dest nakevin û navê wan di lîsteya dermanên lezgîn yên ku divê li welatên din bêne anîn de ye.

Herwisa navbirî behsa vê jî kiriye ku sirom û dermanên taybey bi sirê bi awayekî kêm mînak li derveyî welat bo nava Îranê têne havirdekirin.

Elî Fatimî zêde jî kiriye ku dermanên esab û nesaxiyên hundirî û hin nexweşiyên taybet, bi giştî dest nakevin.

Ji aliyek dinê ve jî, meha Xezelwera sala derbasbûyî binav nûnerekî Meclisa rejîmê ragihandibû, ku di Îranê nirxa hin dermana 300 û 400 û heta 700 ji sed jî zêde kiriye, tevî giraniyê em digel kêmbûna derman jî rû bi rû ne.

Ew rewşa han bilî afirandina pirsgirêkan bo nexweşan, civata pizîşkan jî nîgeran kiriye.

Heyamek berî niha “Behram Eynî” Wezîrê Tendirustiya rejîma Îranê, li derheq rewşa tendirustiyê di Îranê de îdia kiribû ku li deverê de Îran di warê tendirustiyê de pêgehek baş heye û welatên derdor bona kar û barên xwe yên dermanî û pizîşkî daxwaza hevkariyê ji me dikin.
 
Herwisa navbirî gotibû ku, hemû nexweşên me her di nava Îranê de tên dermankirin.! lê ev yeka di halekê de ye ku Komîsyona Derman û Kelûpelên Pizîşkî ya Saziya Nizama Pizîşkî sala derbasbûyî bi belavkirina amarekê ragihandibû, ku serdankirina nexweşan bo derveyî welat bi mebesta wergirtina tedawiyan roj bi roj zêde dibe.