Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara bêkariyê di Îran û Kurdistanê de/ Sine û Kirmaşan xwediyê rêjeya herî zêde ya bêkariyê ne

11:06 - 17 Nîsan 2023

Navenda Amarî ya rejîma Îranê dawî amara nirxa bêkariyê di Îranê de belav kir, ku ew amare nîşan dide du parêzgehên Kirmaşan û Sine zêdetirîn nirxa bêkariyê hene.

Pêka Navenda Amarî ya rejîma Îranê, rêjeya bêkariyê li parêzgeha Sinê di zivistana sala 1401an de bi rêjeya %20.5 û Kirmaşan bi rêjeya %15.1 ye ku duyemîn parêzgehên Kurdistanê ne ku di asta Îranê de li rêzbenda serê ya parêzgehên bêkar de ne.

“Nifûsa çalak” a Îranê Zivistana par 25 milyon û 962 hezar kes bûye. helsengandina vê amarê wate 26 milyon û 207 hezar kes “nifûsa çalak” di Payîza sala 1401an de, nîşana kêmbûna 245 hezar kesî ji nifûsa çalak a welat û derketina wan ji karkirinê di zivistanê de ye.

Ji aliyê dinê ve, “nifûsa neçalak” a Zivistana par 38 milyon û 107 hezar kes hatiye ragihandin, ku li gorî Payîzê 37 milyon û 679 hezar kes, tê wateya zêdebûna 428 hezar kesî ya “nifûsa neçalak” a welat di Zivistana 1401 de.

Di Zivistana 1401an de nirxa bêkariya ciwanên 15 heta 25 salî di Îranê de jî, li gor Navenda Amarî ya rejîmê, %24.2 hatiye zanîn. Ev amare li gor sala 1400an %11 bilind bûye.

Nirxa bêkariya kesên temen 18 sal heta 35 sal jî, di sala 1401an de %17.4 ye, ku ev amare li gor sala 1400an %0.8 bilind bûye.

Ev amarên ku vir hatine behskirin, yên rejma Îranê ne û amarên serast çend hemberê wan amara ne.