Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malbatên Qurbaniyên balafira Ukraynê biryra dadgeha rejîma Îranê qebûl nakin

11:30 - 17 Nîsan 2023

Encûmena “Malbatên Qurbaniyên Firîna Hejmara PS 752” biryara dadgeha leşkerî ya rejîma Îranê li derheq cezakirina çendîn kesan, bi dadgeheke şanoyî binav kir û dane zanîn wê biryarê qebûl nakin.

Encûmena “Malbatên Qurbaniyên Firîna Hejmara PS 752” li hember biryara dadgeha leşkerî ya rejîma Îranê li derheq cezakirina çendîn kesan daxuyaniyek belav kir, û di vê daxuyaniyê de hatiye gotin: “Em bi ti awayekê rewatiya vê dadgehê qebûl nakin, em ti car amade nînin vê biryarê bipejirînin”.

Rejîma Îranê bi lidarxistina şanoyekê, cezayê 13 sal girtîgeh ji bo pasdarekî wek “tawanbarê yekem” ê xistinaxwarê ya balafira Ukraynê li bajarê Tehranê biriye û bilî wî pasdarî, ceza ji bo 9 pasdarên din jî, 1 heta 2 sal girtîgeh hatiye dan.

Herwisa di vê daxuyaniyê de hatiye: “Wê dadgehê fermande û bikerên bingehîn ên vê cinayetê dadgehî nekiriye û li pey wan nekevtiye û tenê 10 kes ku kes nizane kê ne û bi awayekî veşartî dadgehî kirine û bêrîzî bi malbatên qurbaniyan kirine û bê encamdana lêkolînên bê alî, bi dana cezayên çewt ew şano bi dawî aniye da ku senariyoya ku berê çê kiribûn, bikarin cî bi cî bikin.

Encûmena “Malbatên Qurbaniyên Firîna Hejmara PS 752” her ji destpêke ve ew binav dadgeha leşkerî bi şanoya rejîmê binav kiribûn.