Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên bo ser jin û keçan di pilana nû ya rejîmê li dijî “bê hicabi”yê de zêdetir bûye

11:34 - 17 Nîsan 2023

Karbidestên rejîma Îranê bi danîna terhek nû ya bi navê “Li hemberderketin li dijî bê hicabiyê” givaşên zêdetir dixe ser keç û jinan di nava civakê de.

Nûçegihaniya “Fars” ya girêdayî Spaha Pasdaran, bi belavkirina raporekê derheq terha nû ya polîsa “Feraca”yê bi navê “Li hemberderketin li dijî bê hicabiyê” ragihandiye, ku di rojekê de 3 hezar û 500 kurte name ji bo haydarkirin civakê derheq parastina hicabê bo xelkê şandine û ji aliyekê din ve jî 532 soznameyên elektirîkî ji xwediyên navendên sênfî hatine wergirtin.

Her di vê derheqê de, Berdevkê Fermandehiya Întizamî ya Komara Îslamî (Feraca) bi navê “Seîd Muntezêr El-mehdî” daye zanîn, ku polîsan 137 dukan û firotingeh û 18 restoran û talar bi sedema guhnedan bi parastina hicabê daxistine û di Navendên Dadwerî de bo wan dosiye çê kirine.

Ev terha nû ya rejîma Îranê li roja 26ê Xakelêweyê, ji aliyê “Ehmedriza Radan” Fermandê tev Hêza Întizamî ve hatiye ragihandin, û karbidestên rejîmê li derheq vê terhê ragihandine ku ji teknolojiyên pêşketî û kamêreyên ku ti şaşiyekê nakin bo parastina hicabê mifahê werdigirin û piştî huşdarîdan bi wan kesan re ku hicabê naparêzin di egera dubarekirinê de divê radestî navendê dadweriyê bêne kirin.

Eva jî di halekê de ye ku ew polîsîkirina pirisa hicabê bûye sedema kombûnên nerizayetiyê di nava xelkê de û bi taybet li zanîngehan; heta niha çendîn kombûnên nerizayetiyê hatine lidarxistin û keç û jin bi nîşana bêzariyê xavikên xwe avêtine û guh nadin bi wan givaşên rejîmê.