Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekaran li çendîn zanîngehên Îranê de man girtin

12:42 - 17 Nîsan 2023

Xwendekaran li çendîn zanîngehên Îranê de li hember tundûtîjiyên hêzên parastina zanîngehê li derheq hicaba bi zorê û sepandina cezayên giran ji aliyê binav “Komîteya Înzibatî” li dijî xwendekarên nerazî û çêkirina rewşa tirsandin li zanîngehan, man girtin.

Xwendekarên beşên psîkolojî û zanista perwede ya zanîngeha Tehranê, roja Yekşemî 27ê Xalekêweyê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember hicaba bi zorê û cezayên sepandî bi ser xwendekaran man girtin û li dijî vê rewşê dirûşma “rewşa Îranê xirab e mela li fikra hicabê de ye”. dan

Herwis xwendekarên beşa zanistên civakî yên zanîngehên “Ellame û Tehranê”, roja Yekşemî 27ê Xakelêweyê li hember hicaba bi zorê û jehrîkirina dersxwanan, kombûneke nerizayetiyê lidar xistin.

Hêjayê gotinê ye ku li çendîn zanîngehên Îranê de berpirsên zanîngehan bi hênceta hicaba bi zorê, rê nadin ku xwendeker herin nav zanîngehê.

Di wan çend rojên derbasbûyî de, hatiye baskirin ku li zanîngeha Yezd û zanîngeha Azad a bajarê Reştê, gelek ji keçên xwendekar bi sedema guhnedan bi hicaba bi zorê, ji perwerdeyê hatine bêparkirin.

Berê jî kanala “Sendikaya Xwendekarên Îranê” ragihandibû ku aliyê kêm 435 xwendekar li serasnserê Îranê li meşa şoreşa “Jîna”yê de perwerdeya wan hatiye ragirtin an jî, ji zanîngehê hatine derxistin.