Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du sal girtîgeha ragirtî bi ser Jîngehparêzekî bajarê Sinê de hate sepandin

10:35 - 2 Nîsan 2023

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê di heyama çend rojên derbasbûyî de, çalakvanekî Kedkarî û Jîngehparêzî û xelkê bajarê “Sinê” yê bi navê “Xebat Şekîba” ku berê ji aliyê dadgeha rejîmê li bajarê “Sinê” du sal girtîgeha teizîrî bi ser de hatibû sepandin, piştî nerizayetînîşanan bi cezayê sepandî, ew ceza ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ve bo 2 sal girtîgeha ragirtî hate guhirîn.

Dadgehê ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarî digel partiyên kurdî yên dijberê rejîma Îranê” bi 2 sal girtîgeha ragirtî ceza daye.

“Xebat Şekîba” roja 9ê Rêbendana sala 1400an a Rojî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina lêpêçîna wî bi awayekî demkî bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.