Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya nerizayetiyan derheq rewşa xirab a bijîva jiyanê

12:44 - 17 Nîsan 2023

Di demekê de ku çalakvanên medenî û kedkaran derheq rewşa xirab a jiyana kedkar û malnişînkiriyên Îranê di sala nû de huşyarî dabûn, kombûnên nerizayetiyê yên kedkar û malnişînkiriyan li bajarên Îranê berdewam in.

Komek ji malnişînkirî û kedkarên “Hawt Tepe”ya bajarê Şûşê, roja Yekşemî 27ê Xakelêweyê, li dijî rewşa nebaş a jiyanê û kêmbûna mûçeyên wan di sala nû de, kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.

Xelkê nerazî li ber deriyê Dabînkirina Civakî ber bi Îdareya Kar a bajarê Şûşê ve meşiyan û dirûşm dan.

Herwisa roja Yerkşemî, malnişînkiriyan li bajarê Şûşê kombûna nerizayetiyê lidar xistin û bi îşaredan bi danîna navê sal nû bi “Kontirola Enflasiyon” ji aliyê Xamineyî ve, dirûşma wek “kontirola enflkasiyon tenê dirûşmeke vala ye” dan.

Herwiha çendîn dîmen ji kombûna nerizayetiya malnişînkiriyên li Ehwaz û Îsfehanê jî hatine belavkirin.

Nerizayetiyên sendîkayan li Îranê di halekê de berdewam in ku hevdem xwendekaran jî, li dijî jehrîkirina dersxwanan û sepandina hicaba bi zorê xwenîşandan bi rê ve birin.