Êrîşên kîmyayî bo ser xwendingehên keçan ên “Urmiye, Hersîn, Dîwandere, Bokan, Sine, Kirmaşan û Giyelan”ê li Rojhilatê Kurdistan û bajarên “Kerec, Tewrêz, Ehwaz, Mahdeşta Kerecê û Şîraz,” li Îranê hatine kirin.
Rejîma Îranê li bajarê Urmiyê bi êrîşa kîmyayî bo ser xwendingeha keçan a “Terawet” bû sedema jehrîbûna hejmareke zêde ji keçên dersxwan ku bo nexweşxaneya “Moteherî” ya wî bajarî hatine veguhastin.
Xwendingeha keçan a “Fecir û Îsmet” li bajarê Bokanê, xwendingeha “Hacer” li bajarê Dîwandereyê, xwendingeha “Nesîbe” li bajarê “Sinê” xwendingeheke keçan li taxa “Mo`ellim” a Kirmaşanê, û herwisa xwendingehên keçan ên ”Honeristana Endîşe, navendiya 17ê Şehrîwer, Îsmet û Kobra” li bajarê Giyelana ser bi bajarê Kirmaşanê, rastî êrîşên kîmyayî hastine û hejmareke gelek zêde ji wan keçan jehrî bûne ku piranî bo nexweşxaneyên wan bajaran hatine veguhastin û rewşa hejmareke zêde ji wan bi nebaş hatiye raghilandin.
Herwisa bi sedema wan êrîşên kîmyayî, zêdetir ji 30 keçên dersxwan li bajarê Hersîn ê ser bi bajarê Kirmaşanê bo nerxweşxaneya “Şoheda” ya wî bajarî hatine veguhastin ku rewşa hejmareke zêde ji wan bi nebaş hatiye ragihandin.
Herwisa xwendingeha keçan a “Tohîd” li bajarê Şîrazê, “Ze`iferaniye” li bajarê Tewrêzê, Huneristana MihemedBaqir li Mahdeşta Kerecê, xwendingeha Ce`ifer Sadiq” li devera 4 a bajarê Kerecê û bajarê Ehwazê li parêzgeha Xûzistanê kevtine ber êrîşên kîmyayî.