Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyek xekê “Nê”ya Merîwanê di girtîgeha Îtilaatê de hê jî çarenivîsa wî diyar nîne

10:42 - 18 Nîsan 2023

Welatiyekî Kurd ê xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê ku çendîn meh bû di girtîgeha Îtilaata rejîmê de bê çarenivîs bû, du roj berî niha car din heyama girtîgeha wî welatiyê hate dirêjkirin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, “Arvîn Nîkpêy”, ku di girtîgeha Îtilaatê de ye, roja Yekşemî 27ê Xakelêweyê, girtîgeha wî bo mehek din hate dirêjkirin.

Hatiye zanîn ku navbirî ji parêzerê diyarîkirî bêpar e. “Arvîn Nîkpêy”, ji bo wergirtina îtirafa bizorê di girtîgeha Îtilaata Merîwanê de di bin givaşê de ye.

Roja Yekşemî 27ê Xakelêweyê, “Arvîn Nîkpêy” yê 20 salî û kurê Hesen, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê li Merîwanê hatibû girtin.

Heta niha ji tohmetên ku bi ser de hatinî sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.