Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Newroza îsal de zêdetir ji hezar kes di Îranê de bûne qurbaniya bûyerên hatûçûnê

10:44 - 18 Nîsan 2023

Di heyama Newroza îsal li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji hezar kes bi sedema bûyerên hatûçûnê canê xwe ji dest dane û ev amare ji amara sala derbasbûyî zêdetir e.

Serokê Saziya Pizîşka Yasayî ya rejîma Îranê, bi belavkirina amarekê îşare bi rêjeya bûyerên hatûçûnê di heyama çend rojên Newroza îsal de kiriye û daye zanîn, ku ji 25ê Reşema sala 1401a Rojî heta 15ê Xakelêweya 1402 a Rojî, 1 hezar û 168 kes bi sedema bûyerên hatûçûnê canê xwe ji dest dane û bi vî rengî 83 kes ji amara sala derbasbûyî zêdetir e.

Pêka amarên belavbûyî, di rojên 1 û 13ê Xakelêweya 1402, û herwisa 26ê Reşema 1401 a Rojî, zêdetirîn bûyerên hatûçûnê qewimîne û hejmarek zêde di wan rojan de canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Bi sedema xirabûna rê û banên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û herwisa bê kalîtebûna alavên veguhastinê di Îranê de rojane dehan kes dibine qurbanî.