Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanên azadîxwaz li Dêhloranê xwenîşandan kirin

14:29 - 18 Nîsan 2023

Piştî belavbûna nûçeya grevgirtina çar welatiyên Dêgloranê li girtîgeha Îtilaata rejîmê li parêzgeha Îlamê, ciwanên azadîxwaz û biwêr ên vî bajarî rijiyane ser şeqaman û li hember hêzên rejîmê derkevtin.

Şeva Duşemî 28ê Xakelêweya 1402 a Rojî, ciwanên azadîxwaz û biwêr ên bajarê Dêhloranê yê ser bi parêzgeha Îlamê, bi mebesta piştevanîkirin ji welatiyên binçavkirî ku li girtîgeha Îtilaata rejîmê di parêzgeha Îlamê de grev girtine, bi hilkirina agir li ser şeqamên sereke ên vî bajarî, li hember hêzên serkutkar ên rejîmê derkevtin.

Li wir wan li dijî rejîmê û kiryarên rejîmê dirûşm dan.

Çar welatiyên Dêhloranê yên bi navên “Ezîm Yadigar, Husên Bapîrwend, Ferşad Ayînî û Se`idullah Ayînî, şeva Sêşemî 25ê Rêbendana 1401 a Rojî, ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarê Dêhloranê hatibûne girtin û piştî lêpêçînê bo bendîxaneya navendî ya Îlamê hatibûne veguhastin.

Wan girtiyan ji bo dirêjkirina heyama girtîgehê û piştguhavêtina dosiyeya wan li girtîgeha rejmê, dest avêtine bi greva birçîbûnê.