Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Pawê çalakiyên banghêjî hatine lidarxistin

14:34 - 18 Nîsan 2023

Endam û alîgirên dilsoz yên PDKÎ li bajarê Pawê bi nivîsandina dirûşman li ser dîwarên îdareyên rejîmê li vî bajarî çalakiyên banghêjiyê lidar xistin.

Pêka girte vîdyo û wêneyên ku gihîştine bi Odeya Nûçeyan ya Navenda Ragihandina PDKÎ, endamên hizbê şeva Duşemî 28ê Xakelêweyê li bajarê Pawê, bi nivîsandina dirûşmên weke “bijî Hizba Demokrat” û dirûşmên li dijî rejîmê çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Endamên biwêr yên Hizbê li bajarê Pawê bi nivîsandina dirûşmên weke “jin, jiyan, azadî, bijî PDKΔ û herwisa “serbikeve xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd” li ser dîwarên îdareyên dewletî yên rejîmê li vî bajarî çalakiyên banghêjiyê lidar xistin.

PDKÎ spasî û mandînebûniyê dibêje hemû endam û alîgirên Hizbê li navxweyê welat û hêviya saxî û silametiyê û berdewambûn li ser birêvebirina erkên hizbî û nîştimanî bo wan dixwaze.