Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpa G7: “Nabe Îran çeka navkî berhem bîne û dironan bo Rûsiyê bişîne”

14:45 - 18 Nîsan 2023

Girûpa G7 li derheq Îranê û Rojhilata Navîn daxuyaniyek belav kiriye û di vê daxuyaniyê de bi rohnî û tekezî daxwaz ji rejîma Îranê hatiye kirin ku şandina dironan bo Rûsiyê bisekîne û digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî hevkariyê bike”.

Malpera Wezareta Derve ya Japonê, daxuyaniya Girûpa G7 li derheq rejîma Îranê û Rojhilata Navîn belav kiriye, û Wezîrê Derve yê Japonê “Yoşîmasa Hayaşî” tevî îşarekirin bi pêwendiya telefonî digel Wezîrê Derve yê rejîma Îranê gotiye: “Hewlên dîplomatîk bo rêgirîkirin ji bernameya navkî ya Îranê û şandina dironan bo Rûsiyê berdewam e”.

Herwisa “Yoşîmasa Hayaşî” gotiye: “Divê Îranê bo kêmkirina aloziyan bi tevahî û bê merc, digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî hevkariyê bike”.

Herwisa Wezîrên Derve yên “Girûpa G7” bi tekezî û rohnî gotine: “Nabe Îran çeka navkî bi dest xwe ve bîne” û herwisa daxwaz ji rejîma Îranê kirine ku pêbendê sozên xwe yên li derheq geşenedan bi çekên navkî be.

Herwisa Girûpa G7 daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku şandina cebilxaneyan bo Ertêşa Rûsiyê rawestîne û wê girûpê gef xwariye ku her welatek alîkariya Rûsiyê bo şer digel Ukraynê bike, dê nirxeke gelek giran bide.

“Girûpa G7” ji 7 welatên pêşkevtî yên Pîşeyiya cîhanê an ku “Amerîka, Birîtaniya, Alman, Feranse, Îtaliya, Japon û Kanada”yê pêk hatiye.