Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asta ava gola Urmiyê bi qasî 47cm daketiye

14:47 - 18 Nîsan 2023

Asta ava gola Urmiyê bi berhevdanîn digel meha Xakelêweya sala derbasbûyî bi qasî 47cm daketiye.

Birêvebera Giştî ya Ofîsa Parastin û Zindîkirina qûbiyan “Arizû Eşrefzade”, di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “Tesnîm” a girêdayî rejîma Îranê ragihandiye: “Hevsengiya ava gola Urmiyê li 24ê meha Xakelêweya îsal 1270.30 mêtir e, lê di 24ê Xakelêweya sala 1401an a Rojî de, hevsengiya vê 1270.77 bûye û bi berhevdanîna van her du amaran, dide xuya ku di salekê de 47cm hevsengiya ava vê golê daketiye.

Rewşa gola Urmiyê roj bi roj xirabtir dibe û dibe gefek micid bo ser jîngeha Parêzgeha Urmiyê, ji aliyek dinê ve ku berpirsên pêwendîdar ji rewşê agehdar in, lê ti pêngaveke hewce bo zindîkirina vê golê hil nagirin.