Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan hejmarek ji dibistanên keçan rastî êrîşa kîmyayî ya rejîmê hatin

18:11 - 18 Nîsan 2023

Îro roja Sêşemî 29ê Xakelêweya 1402 a Rojî, hejmarek ji dibistanên keçan li Kurdistan û Îranê rastî êrîşa kîmyayî ya kesên girêdayî rejîma Îranê hatin û hejmarek zêde ji keçên desrxwan jehrî bûn.

Li bajarê Urmiyê dibistaneke keçan li felekeya Mader rastî êrîşa gaza kîmyayî ya kesên ser bi rejîmê hat û li gor şahidhalan hejmarek ji derxwan jehrî bûne û demûdest ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Herwisa sibêdeha îro li bajarê Kirmaşanê, dibistanên “Nebuwet, Esmet û Efet” di taxa Dewletavaya vî bajarî de kevtine ber êrîşa kîmyayî; Malbatên wan jî li ber deriyê dibistanê kom bûn û hejmarek ji dersxwan ji bo nexweşxaneyê veguhastin.

Li bajarên Tehran û Ehwazê çendîn dibistanên keçan wiha rastî êrîşên kîmyayî ji aliyê kesên girêdayî rejîmê ve hatin.

Li derheq wan jehrîkirinan, Ajansa Nûçegihaniya “Fars” a ser bi rejîma Îranê gelek bi bê şermî û bi çewtî nivîsiye: “Çavkaniya %90 a wan bûyeran navxweyî ye û ji aliyê “dersxwanan" ve hatine kirin”.

Eva jî di halekê de ye ku rejîma serkutkar a Îslamiya Îranê bi hemû şêweyekê dixwaze toleya serhildana Jînayê ji wan keçan hilde.

Jehrîkirina dibistanan ji aliyê rejîmê ve roja 9ê Sermaweza 1401ê, di dibistaneke Qumê de hate destpêkirin û heta niha jî berdewam e.