Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yêns Stûltenbêrg: “Îran û Koreya Bakûr mijûlî berfirehtirkirina bernameyên Navkî ne”

11:29 - 19 Nîsan 2023

Berpirsê Giştî yê “NATO”yê hişdarî daye ku rejîma Îranê û Koreya Bakûr, mijûlî berfirehtirkirina bernameyên xwe yên navkî ne.

Roja Sêşemî 29ê Xakelêweya 1402an a Rojî Berpirsê Giştî yê “NATO”yê “Yêns Stûltenbêrg”, di 18emîn konferansa salane ya “Kontrolkirina Cebilxane û Rêgirî ji Berfirehtirbûna Çekên Kuştina bi Kom” de, hişdarî daye ku rejîma Îran û Koreya Bakûr mijûlî geşedan û berfirehtirkirina bernameyên xwe yên navkî û mûşekî ne”.

Herwisa Cihgiras Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Wendy Şêrmen” di vê konferansê de tevî hişdarîdan li derheq asta meyandina Urasniyomê li Îranê got: “Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bas ji geşeya gelek metirsîdar a bi nişkê ve di asta meyandina Uraniyomê li Îranê de kiriye”.

Tevî ku Troykaya Ewropayê jî, bi tekezî gotine ku ti armancek bilî armanca leşkerî li pişt bernameya navkiya rejîma Îranê de nîne, rejîma Îranê bi lezgînî bernameyên xwe yên navkî û mûşekî berfirehtir dike.

Herwisa roja derbasbûyî jî “Girûpa G7” bi tekezî û rohnî ragihand ku: “Nabe Îran çeka navkî bi dest bixe” û herwisa ji rejîma Îranê daxwaz kirine ku bi sozên xwe yên li derheq geşenedan bi çekên navkî pêbend be û şandina dironan bo Rûsiyê jî bisekinîne”.