Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên kîmyay yên bo ser dibistanên keçan li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bedewam in

13:07 - 19 Nîsan 2023

Pêka raporên belavbûyî, îro Çarşemî 30`ê Xakelêweya 1402`an a Rojî, li bajarê Urmiyê du dibistanên keçan yên bi navên “Nesîrî û Ebûzer” rastî êrîşên kîmyayî yên destûpêwendiyên rejîma Îslamiya Îranê hatin.

Pêka zanyariyan, di wan êrîşên kîmayî yên bo ser dibistanên keçan ya bajarê Urmiyê de, hejmarek desrixwanên keç yên wan her du dibistanan bi sebeba jehrîbûnê bo beşa lezgîn ya nexweşxaneya Xumeynî ya wî bajarî hatine veguhastin.

Herwisa duh jî dubare her li Umriyê dibistana keçan ya li felekeya Mader rastî êrîşa gaza kîmyayî ya kesên ser bi rejîmê hat û li gor şahidhalan hejmarek ji dersixwan jehrî bûn û demldest ji bo nexweşxaneyê hatibûn veguhastin.

Duh jî dibistanên keçan li bajarên Kurdistan û Îranê yên weke, Tehran, Kerec, Ehwaz, Kirmaşan, û hin bajarên din rastî êrîşên kîmyayî ji aliyê dest û pêwendiyên rejîma Îslamiya Îranê ve hatin e û hejmarek dersixwanên dibistanên wan bajaran bi sebeba jehrîbûnê bo nexweşxaneyan veguhastibûn.