Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tohmeta 4 çalakvanên Sendîkaya Mamosteyên Merîwanê yên girtî hate eşkerekirin

12:00 - 20 Nîsan 2023

Tohmeta 4 endamên Encûmena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê yên bi navên “Aram Mihemedî, Tehsîn Mistefa, Sîvan Silêmanî û Aram Qadrî” hate eşkerekirin û dosyeya wan ji bo Dadgeha rejîmê li bajarê Merîwanê hatiye şandin.

Ev 4 çalakvanên Sendîkaya Mamosteyan tohmeta “propagende li dijî rejîmê” bi ser wan de hatiye sepandin û Taya Lipeykevtin a Dadgeha Giştî û Şoreş ya rejîmê li bajarê Merîwanê daxwaza lêkolîn û derkirina ceza ji bo wan kiriye.

Roja Çarşemî 19ê Rêbendana 1401an, ev çar çalakvanên sendîkayî ji bo dawî berevanîkirin ji xwe bo Taya Yekem a Lêkolîna Dadgeha rejîmê li Merîwanê hatibûne gazîkirin.

Ev çar çalakvanên Sendîkayên Mamosteyan roja Pêncşemî 28ê Cozerdana 1401an a Rojî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûne girtin.