Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Grevgirtina tex û qatên civatgehê di Îranê de berdewam e

12:35 - 20 Nîsan 2023

Îro roja Pêncşemî 31ê Xakelêweyê, li çendîn bajarên Kurdistan û Îranê tex û qatên cuda yên civatgehê bi sedemên cuda girev girtine û xwe çûn bo ser kar parastine.

Li bajarê Qezwînê hejmarek ji peresdarên nexweşxaneya Recayî, bi sedema heqdestên xwe nerizayetiya xwe nîşan dan û grev girtin.

Herwisa îro hin vîdyo ji kamiyondarên Bender Ebasê, di nav torên civakî de hatine belavkirin, ku li ber deriyê şîrketa “Mêhwerê Telayî” kom bûne û ew der daxistine û ji rewşa heyî nerizayetiya xwe nîşan didin.

Di sê bajarên Sine, Kirmaşan û Gîlanê de hejmarek ji persenolên Dadgeha rejîmê li wan bajaran bi sedema kêmbûna heqdestê xwe û guhnedana berpirsên rejîmê bi daxwazkariyên wan, li ber deriyê wê avahiya rejîmê kombûna nerizayetiyê bi rê ve birine.

Her roj bi dehan qatên cuda yên civatgehê li hember bêkîfayet û kêrnehatîbûna berpirsên rejîmê û li hember wan hemû karesatên ku rejîma Îslamî ya Îranê bi ser xelkê de sepandine, kombûnê nerizayetiyê lidar dixin.